Asmhan Dawod: wê ENKSê li ser xwepêşandanên xwe li her welatekî berdewam be

Asmhan Dawod: wê ENKSê li ser xwepêşandanên xwe li her welatekî berdewam be

Rojava News: Asmhan Dawod endama Nunergeha Herêma Kurdistanê ya ENKSê ragihand ku ewê berdewam bin li ser xwepêşandanên xwe li dijî siyaseta PYDê li her deverkê û welatekî.

Asmhan Dawod endama Nunergeha Herêma Kurdistanê ya ENKSê  ji Rojava News re got :"biryara lidarxistina xwepêşandinan li kampên penaberan li Herêma Kurdistanê wekû Piştgiryekê ji  xwecihiyên me yên ENKSê li kurdistana Sûriyê re ye bo redkirina siyaset û kiryarên PYDê ji leşkeriya neçar û revandina zarokan û desteserkirina mal û mulkên xelkê û ferzkirina bacan û dorpêçkirina siyasî ji tevgera siyasî li Kurdistana Sûriyê û ferzkirina rêzabzên xwendinê yên Îdîolockirî"  .

Navborî lêzêde kir ku ewê li hemû kampan li herêma Kurdistanê derkevin xwepêşandanan  û destpêka wê îro li kampa DaraŞikranê ye û me dawaz kir ku li hidirê Hewlêrê em xwepêşandanekê lidar bixin lê ji ber rewşa herêma Kurdistanê ya hestiyar  aliyên berpirs di hikumetê de  pesend nekirin ku em li Hêwlêrê vê çalakiyê bikin.

Asmhan Dawod tekez kir ku xwecihî û nunergehên ENKSê li her deverekê û welatekî berdewam in li ser xwepêşandanên xwe ta ku PYDê li ser wan kiryarên xwe rawastin.

Nalîn Hesen