Rojava News: Pêşmergeyekî kurdistana Sûriyê di şerê Şingalê de 2 guleyên DAIŞê lê ketin lê ti ziyan nedît û rabû şer berdewam kir.
Çekdarên DAIŞê 2 guleyên qenasê avêtin pêşmergeyekî Rojava û herdu gule li êleka wî ya parastinê ketin û ti ziyan nedît.
Wî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî 2 gule li bedena min ketin bi çend deqeyan ez rabû û min dest bi şer kir.”
Herwiha wî pêşmergeyî wiha got: “Ez xelkê Qamişlo me û ez amade me ku li ser bergiriyê berdewam bim. Ti cudahî di navbera Başûr û Rojava de tune ye û em amade ne li her cihekî Kurdistanê be parastina axa xwe bikin.”
Roja Înê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî, di operasyoneke berfireh de, karîn Şinglê ji destê DAIŞê derxînin û bi temamî kontrol bikin.
Hêzên Pêşmergeyên kurdistana Sûriyê di wê operasyonê de beşdar bûn û 2 Pêşmerge ji wan bi navê Şêrzad Masûm û Ehmed Bozan Qiço şehîd ketin û duhî li bajarên Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê hatin veşartin.
Barzanî piştî kontrolkirina Şingalê daxuyaniyek belav kir û tê de spasiya hêzên ku di operasyona Şingalê de beşdar bûn û di nava wan de Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê jî, kir.
