Rojava News: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê kiryar û siyaseta Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD pirotesto dike û tekez dike ku Leşkeriya neçar û tawankariyên revandinê û hemû karên wan yên tundrew li Parêzgeha Hesekê û li Herêmên din red dike.
Hevbendiya Niştimanî piştgiriya çi xwepêşindanên sivîl ku piştgiriya pirinsîbên Şoreşê û Hevwelatîbûnê dike herweha Tekez jî dike ku çi kiryarek ku tawankariyên Rêjîmê kopî dikin, yên li dijî sivîl û çalakvanan napejirîne, û dibîne ew kiryar li ser mafê mirovan binpêkirina pirinsîbên yasa û dadmendiyê ne, tevî hilgirtina hemî berpirsyariyên yasayî yên wan tewan û kiryaran.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
14-11-2015
