Qamişlo.. çekdarên PYDê 3ê endamên PDK-Sê serbest berdan

Qamişlo.. çekdarên PYDê 3ê endamên PDK-Sê serbest berdan

Rojava News: Îro çekdarên PYDê 3ê endamên Partiya Domqrata Kurdistana- Sûriya serbest berdan.

Jêderek taybet ji Rojava News re got :" piştî 2 rojan ji girtinê çekdarên PYDê her yek ji Bêkes Hemîd, Bat Îdrîs û Mahir Arabo endamên Partiya Domqrata Kurdistana- Sûriya serbest berdan".

Li gorî heman jêderî ku PYDê ti lêkolîn bi wan re nekiribû û tenê îhana wan kirbû.

Tê zanîn ku di 13 ê mijdarê de û di deman xwepêşandana ENKSê ya li Qamişloyê , çekdarên PYDê bi dehan ciwan girtin û îro 3 ji wan serdest berdan lê ta niha çaranivîsa gelekê din jî ne diyare.

Nalîn Hesen