Rojava News: Duh şandek ji rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyê serdana nexweşxaniya Tawarî li Duhok kir daku rewşa pêşmergeyên birîndar yên ku di operasiyona rizgarkirina Şingalê birîndar bibûn ji nêzîk ve bizanibin
Mistefa Badînî bavê Helebça endamê komîteya herêmî ya PDK-S ji Rojava News re got :"şandek ji rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyê serdana nexweşxaniya Tawarî li Duhok kir daku rewşa pêşmergeyên birîndar yên ku di operasiyona rizgarkirina Şingalê birîndar bibûn ji nêzîk ve bizanibin".
Naborî lêzêde ku rewşa birîndaran pir baş bû û morala wan jî pir bilind bû û birîndarên me serdana wan kir ev in :pêşmerge Hisên Pişo, mulazim Delîl , Mulazim ewel Serbest.
Navborî herweha gort jî ku ew serbilind in ku serdana Pêşmergeyên xwe kirin û pîrozbahiya wan kirin bo rizgarkirina Şingalê ji terorîstên DAIŞê.
Nalîn Hesen
