Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê girtin

Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê girtin

Rojava News: Duh Çekdarên PYDê endamekî komîteya Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyê li bajarokê Tirbesipiyê girtin.

Jêderek taybet ji Rojava News re got:" Duh demhimêr 7ê êvarî Çekdarên PYDê mala Mihemed Nayif bavê Şiyar endamê komîteya Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyê li bajarokê Tirbesipiyê dorpêç kirin û ew girtin".

Li gorî heman jêderî ku bavê Şiyar hate girtin bi hinceta beşdarîbûna wî di merasîmên bixak sipartina herdû şehîdên pêşmerge yên ku di operasiyona rizgarkirina Şingalê Şehîd ketibûn.

Mihemed Nayif bavê Şiyar ji gundê Nesran ya bi ser bajarokê Tirbesipiyê ye û endamê komîteya Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyê ye.

Nalîn Hesen