ENKSê dê xwepêşandanekê li Almanya lidar bixe

ENKSê dê xwepêşandanekê li Almanya lidar bixe

Rojava News: Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê banga lidarxistina xwepêşandanekê li dijî kiryarên PYDê li Berlîna  Almanyayê kir.

Malpera fermî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyê bekav kir ku wê Xwepêşandan roja Yekşemê 22-11-2015 saet 13:00 birêve biçe, herwiha ENKSê  daxwaz  ji cemawerên xwe kir ku pabend bin bi biryarên encumenê.

Cihê lidarxistina xwepêşandanê ev e, Berlîn Brandenburger tor - Pariser Platz

Berya niha KawaAzîzî ku endamê nûnergeha ENKSê li Herêma Kurdistanê got ku dê ENKSê dê xwepêşandanan li Herêma Kurdistanê lidar bixe li dijî siyasetên çewt yên PYDê.

Kurdo Sorkî