Rojava News: Duh li Kampa Kewirkoskê ya penaberên Kurdistana Sûriyê li herêma Kurdsitanê û li ser banga Encumena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê bi sedan penaber derketin xwepêşandanekê bo redkirina rêbazên xwendinê yên ku ji aliyê rêveberiya nav lê tê kirin rêveberiya xweser hatine ferzkirin û ji bo piştivaniya xelkên xwe li Kurdistana Sûriyê.
Di wê xwepêşandanê de gelek siloganên redkirina rêbazên xwendinê û leşkeriya neçar herweha ferzkirina bacan li ser xelkê hatin avêtin, herweha xwepêşanderan daxwaza derbasbûna pêşmerge bo Kurdistana Sûriyê kirin.
Nalîn Hesen
