Buhara Kurdî li Kurdistana Sûriyê destpê kir

Buhara Kurdî li Kurdistana Sûriyê destpê kir

Rojava News: Buhareke nû bi ser  Kurdistana Sûriyê ve hat, tevî ku em niha di werzê zivistanê de ne, wiha welatiyên Kurdistana Sûriyê dibêjin, helbet piştî ku Encumena Niştîmaniya Kurdî benda bêdengiyê şikand û li dijî PYDê daket kolanan.

Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê çalakiyên nerazîbûnê li dijî biryarên rêveberiya  ku nav lê tê kirin "rêveberiya xweser" a ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve berfireh dike. Û xwepêşandanên pirotestokirinê yên alîgirên ENKSê li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê  belav dibin.

Derbarê xwepêşandanên xelkê Kurdistana Sûriyê li dijî kiryarên PYDê, rojnameya Kurdistan nerînên xelkê veguhest.

Elî Ibrahîm li ser vê mijarê wiha got:"Divabû ku Encumena Niştîmaniya Kurdî berya niha xwepêşandan li dijî kiryarên PYDê lidarxistiba, lê di dema niha de jî ev yek baş e, ji ber ku xelk ji kiryarên PYDê tore bûne, û nema vê rewşa xerab tehemul dikin".

Yara Ehmed dibêje ku Encumena Niştîmaniya Kurdî dereng maye û Kurdistana Sûriyê ji Kurdan vala bûye û hemû kesên ku derdikevin xwepêşandanan temenê wan zêdetirî 40 salî ye, û yên mayî jî jin û zarok in.

Ji aliyê xwe ve Seed Ibrahîm got:"Xwepêşandanên vê dawiyê hisabatên PYDê lihev xistin, û êrîşkirina wan ji xwepêşandanan re mîna kiryarên rejîma Beşar Esed in".

 

Îmad Elî dibêje ku ev xwepêşandanên ku li deverên Kurdî rû didin, destpêk e ji buhara Kurdî re li dijî siyasetên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û dezghên ser bi wê ve, yên ku azadiya her tiştekî  qedexekirine û guvaşan li Kurdan dikin.

Kurdo Sorkî-Qamişlo-Rojnameya Kurdistan