Şer li Efrînê derket

Şer li Efrînê derket

5:27:06 PM

RojavaNews_ Efrîn: Ev çend roj in ku çekdarên Ehrar El-Şam û Cebhit El-Nusre Bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê dorpêç kirine û şerûpevçûn di navbera çekdarên En-nusre û Ehrar El-Şam li aliyekî û YPG li aliyekî din li gundê Mehreskê yê Efrînê berdewam dikin.

 li gorî jêderên ARKê, heya niha şerûpevçûn berdewam dikin û balafirên Rûsya jî navendên Ehrar El-Şam û El-Nusre li gundê Malkiyê yê Ezazê ku li ser sînorê Mehreskê jî dikeve,  bombebaran dikin.

Herwiha balafirên Rûsî çend cih li gundên Meryemîn û Enabkê û Mezreê, bombebaran kirin û di encamê de 5 kesên sivîl yên ereb jiyana xwe ji dest dane û malê welatiyekî ereb ji gundê Meryemînêbi temamî hate wêrankirin.

Hersê gundên Meryemîn û Enabkê û Mezreê ku girêdayî Efrînê ne, di bin kontrola Cebhit El-Ekrad ya bi ser YPGê ye ku ew jî di Hêza Sûriyaya Demokrat de ye,piraniya nişteciyên wan gundan Ereb in .

Fermandarekî YPG bi navê Furat Xelîl, di derbarê gefên El-Nusre de, ragihand ku YPG naxwaze ti şerekî û eniyeke şer li Efrînê bi ti hêzekê veke, lê eger ew werin neçarkirin,wê bersivê bidin.

Berdewambûna şerûpevçûnan, metirsiyê dixe dilê xelkê, bi taybetî gundê Mehrekê ku niha şerûpevçûn lê berdewam bikin ku careke din gundê wan bike ber êrîşên girûpên îslamî yê radîkal.

Comerd Hemdoş