Mihemed Îsmaîl Piroceya PYDê wekû piroceya Mihemed Teleb Hilala e

Mihemed Îsmaîl Piroceya PYDê wekû piroceya Mihemed Teleb Hilala e

Rojava News: Birêvebirê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê  Mihemed Îsmaîl di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka wiha got:" Piroceya PYDê wekû piroce Mihemed Teleb Hilala ku dixwazin hejmara kurdan kêm bikin û deverên kurdan vala bikin û êdê kurd behsa ti mafên xwe yên netewî nekin".

Naborî berdewam kir:" Sîstemên PYDê wekû sîstemên rêjîma Esed in, rêjîm hinek dezgehên xwe yên ewlehî dane PYDê û PYDê wan dezgehan birêve dibin wekû Şirta Eskeriyê anku Polîca Leşkerî".

Îsamîl ev kiryarên PYDê weku pirojeyeke dijî partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENK-S) anî ziman û ragihand ku ev yek ne di berjewendiya Kurdan de ye.

Di dawî de Mihemed Îsmaîl wiha got Em ji bo mafên kurdan kar dikin ne ji bo em bargehekê yan otombîlekê yan çekekî webigrin û em wekû mafiyata kar nakin.

Nalîn Hesen