Rojava News: Di berdewamiya şandina alîkariyan Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê bihevrêzî li gel rêxistina LDS a Amirîkî alîkariyî şandin bajarê Kobanî li Kurdistana Sûriyê.
Duh, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê bihevrêzî li gel rêxistina LDS a Amirîkî alîkariyî biqasî 120 ton ard şandin bajarê Kobanî li Kurdistana Sûriyê.
Îsmaîl Ebdulezîz berpirsê beşê alîkariyan di rêxistina Barzanî ya Xêrxwazî de ragehand ku rêxistina Barzanî ya Xêrxwaziyê ji roja yekem de ji rizgarkirina kobanê (10) kerwanên alîkariyê ji hemû cûrên alîkarîyê şandiye bajêr wekû selikên xwarinê û hewarçûnê û pêdviyên jiyanê yên rojane
ji aliyekî din ve Ebdulezîz got:" armanca me ewe ku em alîkariya kurdan bikin li kurdistana Sûriyê û hez dikin ji hemû deverên kurdistana Sûriyê alîkariyan bişînin bê cudahî ji bo vê jî em peywendiyê li gel hemû rêxistinên cîhanî dikin".
Hisên Şakir
