Rojava News: Bi boneya Roja Cîhanî ya Zaroktiyê, duh li navenda Aştiyê û Civaka Sivîl li bajarê Hesekê work shopek destpê kir û wê ta du rojan berdewam bike.
Dawud Dawud mamosteyê wê work shopê ji Rojava News re got:" di wê work shopê de 13 çalakvanên sivîl amade bûn û di roja yekê de rêkeftinên mafên zarokan yên navdewletî hate pêşkêşkirin, piştre amarên ku navdenda me belge kiriye bo zarokên ku bûne qurbaniyên mayînên çandî li Hesekê li ser amdebûyan hatin belavkirin".
Navborî her weha got ku bi boneya vê rojê em dixwazin dengê xwe bighînin hemû cîhanê ku zarokên Sûriyê qurbaniyên her mezin in di vê kirîza Sûriyê de.
Nalîn Hesen
