Rojava News: Emîndariya giştî ya Encumena Niştimaniya kurdî li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û naveroka daxuyaniyê eve ye
di çarçoveya çalakiyên ku emîndarîya giştî ya ENKSê dexisti bû di 20 _11_ 2015 beramberî kiriyarên pyd û TEVDEMê yên ku xizmeta berjewendiya doza kurdî nake ji girtina siyasetmederan û leşkeriya neçar û standina xukitîyê (bacan) ji xelkê û di vê dawiyê de ferzkirina rêbazên perwerdekirinê li ser her sê pulên pêşî.
Xwepêşandanê bi xulekek bêdeng li ser giyanên şehîdên kurd û kurdistanê û şehîdên şoreşa Sûriyê li gel sirûda Hey Reqîb destpê kir û piştî gotina encumena xwecihî ya bajarê Hesekê û gotina emîndariya giştî ya encumenê hate gotin lê ji nişkê ve mayik ji destê reveberê xwepêşandanê hate derxistin û siloganên dijî xwepêşander û cemaweran hate gotin û çekdarên pyd hatin holê û li xwepêşandran dan bê cudahî dinav jin ,zarok û pîremêran de û mûbayl û alên xelkê desteser kirin û ta ji me hat me hewl da ji bo pevçûn di navbera me û çekdaran de çênebe û pirsgirêk mezin nebe lê çekdarên pyd sixêf kirin ji jinan re û gelek kes binçav kirin û gelek birîndar kirin.
Yên hatin binçav kirin ta dema nivîsandina vê daxuyakirinê ne hatine naskirin ji bilî Jîndar Berekat
Em van kiryaran şermezar dikin lê dê her em di berxwedan û karê xwe de berdewam bin bişêweyekî aştiyane û ev kiryarên wan rastiya nerîna me di derbarî wan de dide xuyakirin û em ji her kesî re dibêjin ew nikarin ti bandorê li ser pêşroja miletê me û doza me bikin.
Emîndariya giştî ya Encumena Niştimaniya kurdî li Sûriyê
20 _11_ 2015
