Cendirmeyên Tirkiyê rojnemavanekî kurd îşkence kirin

Cendirmeyên Tirkiyê rojnemavanekî kurd îşkence kirin

Rojava News: Cendirmeyên Tirkiyê bi tundî li rojnemavanekî kurd da û Sendîkeya rojnemavanên Kurdistana Sûriyê di daxuyaniyekê de ev kiryar şermezar kir û eve naveroka wê daxuyaniyê ye

Roja înê bi şev peyamnêrê kenala Orient Welat Bekir di dema ku dixwest sînorê di navbera Kurdsitana Sûriyê û Kurdistana Tirkiyê derbas bike li nêzîkî gundê Gor rastî îşkenceyê hat li ser destê Cendirmeyên Tirkiyê.

Em vê karî ne mirovî şermezar dikin û daxwazê ji desthekatiyên Tirkiyê dikin ku dest bi lêkolînan bikin û astengiyan li ber rojnemavanan kêm bikin.