Çilaxa dê pêşwaziya termê hersê zarokên Kurd yên binavbûyê bike

Çilaxa dê pêşwaziya termê hersê zarokên Kurd yên binavbûyê bike

Rojava News: Biryare roja çarşembê 25 . 11 . 2015  termê her sê zarokên kurd yên ku di deryay Îgyê de bin av bibûn bighê bajarokê Çilaxa

Mihemed Xêr Sebrî endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê û mamê hersê zarokan ji Rojava News re got:" îro demjimêr 11 sibehê di deryê Sêmalka yê sînorî wê termê hersê zarokan bighên Kurdistana Sûriyê ta ku li gundê Sêgirka Delao li devera Aliyan bi xakê bêne spartin"

Hêjayê gotinê ku di 15 meha borî de di dema ku belmeke koçberan di deryay Îgyê de binav bû 7 koçberan jiyana xwe ji dest dan û di nava wan de ev hersê zarokên kurd yên bi navê Maniya, Nalîn û Xebat Newzet Sberî.

Nalîn Hesen