Li Qamişlo Mîlîşên Rêjîma Esed bi asanî diçin û tên

Li Qamişlo Mîlîşên Rêjîma Esed bi asanî diçin û tên

Rojava News: Hin çalakvan li ser rûpelên xwe yên Facebookê wêneyên çekdarên mîlîşên Rêjîma Esed belav kirin di dema ku ew di riya bakafirxaneya Qamişlo ji Şamê dihatin bajarê Qamişlo.

Çalakvan Mehmûd Osê li ser rûpla xwe ya Facebookê nivîsandiye ku mîlîşiya ku nave lê tê kirin Sotora ya bi ser rêjîma Esed ve ji Şamê vegiriyan Qamişlo biyê ku ti astengî ji aliyê çekdarên PYDê li pêşiya wan derkevin

Herweha navborî tekez kir ku di dema hatina wan de her yek ji malbatên wan, serokê şaradaroya Qamişlo, endamên xortên Armenî û mîlîşiya Mihemd Elfaris daketin kolanan bo pêşwaziya wan.

Hêjayê gotinê ku çekdarên PYDê rê li ber cenazeyên şehîdên pêşmerge digrin û tevî ku ew dibêjin ku ew li Kurdistana Sûriyê desthilatin lê di heman demê hemû dezgehên rêjîmê û mîlîşiyayên Rêjîmê bi asanî li deverên kurdan karê xwe berdewan dikin.

Nalîn Hesen

08:46:57