Rojava News: Şandek ji serkirdayetiya Tevgera Ciwanên Kurd seredana navenda Partiya Demqrata Kurdistan Sûriyê li Amûdê kir
Ew şand ji her yek ji hevrêzê giştî yê TCK Emad Yousif û cîgirî wî Yelmaz Seyîd û endamê desteya çavdiriyê Şiyar pêk dihat.
Di pêşwaziyê her yek ji Mehmed Wadî endamê komîteya navendî ya PDK-Sê, birpirsê rêveber di komîteya herêmî de Ebdelwehab bavê Alan û endamên komîteya herêmî û şaxî ya PDK-Sîê amade bûn
Di wê kombûnê de pêşketinên herî dawî li Sûriyê bi giştî û li Kurdistana Sûriyê bi taybetî hate gotubêjkirin,herweha biryare ENKSê bo mangirtinan li dijî siyaset û kiryarên PYDê beşek din ji wê kombûnê ne bû.
Nalîn Hesen
12:56:02
