Efrîn.. eniya Elnûsra êrîşî gundê Basofan kir

Efrîn.. eniya Elnûsra êrîşî gundê Basofan kir

Rojava News: Duh bi şevê eniya Elnûsra baskê Elqaedê li Sûriyê  bi çekên giran êrîşî gundê Basofan li gundewarên rojavayê Efrîn kir.

Li gorî agahiyên Rojava News ku duh bi şev, girupek ji eniya Elnûsra baskê Elqaedê li Sûriyê  bi çekên giran êrîşî gundê Basofan ya bi ser navçeya Şêrawa li gundewarên Efrîn li Kurdistana Sûriyê kirin  û di encam dû çekdar hatin kuştin û hejmarek zêde birîndar ketin.

Li gorî heman agahiyan ku eniya Elnûsra berdewame bi komkirina çekdarên xwe li derdora Efrînê.

Nalîn Hesen