DAIŞê çend Aşûriyên din serbest berda

DAIŞê çend Aşûriyên din serbest berda

Rojava News: DAIŞê 10 welatiyên Aşûrî û Sûryanî yên Til Temirê,ku di destê xwe de dîl girtibû serbest berda.

Li gor malpera fermî ya Partiya Demqrata Kurdistan Sûriya, duh 10 kesên Aşûrî ku nîva wan jin bûn serbesta ji destê DAIŞê hatin berdan û saet 5ê êvarê gihiştin bajarokê Til-Temirê li gundewarê Hesekê.

Hat zanîn ku ew kes in dîl tenduristiya wan baş e,û ew xelkê gundê Şamîran, Til Cezîre, Til-Fêde û Qebir Şamiyê ne.

Roja 23ê Sibata sala 2015an rêxistina terorîstî ya DAIŞê êrîş kire ser gundên Mesîhiyan yên li ber rûbarê Xabûrê û 215 welatî revandin. Heta niha 88 kes ji wan welatiyên dîl hatine serbest berdan.

Kurdo Sorkî