RojavaNews: Îro 25 . 11 . 2015 şandek ji komîteya pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, kir.
Endamê şanda ENKSê, Nihmet Dawûd, ji Arkê re ragihand ku wan di civîna bi Barzanî re behsa rewşa siyasî li Rojavayê Kuridstanê kirin û bi taybetî kiryarên PYD bi derxistina astengiyan li pêş partiyên siyasî, û girtina xortan, û got ku Barzanî nerazîbûna xwe ji wê yekê anî ziman û daxwaza yekrêziya kurdan kir.
Di derbarê Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê de, Herwiha Dawûd got Barzanî behsa qehremaniya Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê kir û got ku ew bi Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê serbilind e, û ew pêşmerge ji bo xizmeta Kurdistana Sûriyê hazirin.
Afiya Hacî
