Rojava News: Li bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê Qedexeya derketina derve ya ku ji 13ê mijdarê vê hatibu ragihandin îro sibehî li demjimêr 08:00 a piştî 14 rojan hate rakirin.
Qaymeqamtiya Nisêbînê bi daxuyaniyekê ragihand ku “Qedexeya derketina derve ku di 13ê mijdarê de ji bo parastina can û malê welatiyan hatibû ragihandin îro danê sibêhî xilas bû. “
Di heyama qedexeya derketina derve li Nisêbînê hatibû ragihandin de li gorî hin ragihandinê 9 welatiyê sivîl hatine kuştin û 20 welati jî bi granî birîndarbûn.
Lê belê di derbarê encama de tiştekî zelal û fermî nehatiye xuyanikirin.
10:32:29
