Rojava News: Duh şer û pevçûn di navbera Cebhet Elşamiyê ji aliyekî û terorîstên DAIŞê ji aliyekî din ve li bajarokê Marea LI dundewarên Helebê derket
Li gorî agahiyên Rojava News ku Duh şer û pevçûnên giran di navbera Cebhet Elşamiyê ji aliyekî û terorîstên DAIŞê ji aliyekî din ve li bajarokê Marea LI dundewarên Helebê yê bakur derket û di encam de kuştî û birîdar hene.
Herweha terorîstên DAIŞê bi muşkan û topên Hawinê êrîşî bajarokê Marea kirin û di encam de 8 welatiyên sivîl birîndar ketin , herweha cebhet Elşamiyê 2 terorîstên DAIŞê dîl girtin.
Nalîn Hesen
