Kawa Ezîzî.. emê li kampên penaberan bi berdewamî xwepêşandanan lidar bixin

Kawa Ezîzî.. emê li kampên penaberan bi berdewamî xwepêşandanan lidar bixin

Rojava News: Kawa Ezîzî endamê komîteya navedî ya Partiya Demoqrat a Kurdistan Sûriya ragihand ku ji bilî cadeyê li pêş ENKSê nema ye û emê li ser xwepêşandanên xwe berdewam bin.

Kawa Ezîzî endamê komîteya navedî ya Partiya Demoqrat a Kurdistan Sûriya di lêdwaneke taybet bo Rojava News re :"got ev xwepêşandanên me li herêma Kurdistanê ji bo piştivaniya xelkê me yên dilsoz li Kurdistana Sûriyê ne û me ji dijminan re da xuyakirin ku ENKSê zindiya û heye û bi sed hezaran alîgirên wê hene".

Û li ser astengkirina PYDê ji xwepêşandanên ENKSê û derbasbûna cenazeyên şehîdên Pêşmerge Ezîzî wiha got :"PYDê û Senadîd û Sotro dikarin bi hevre bijîn lê di dema ku dibe PDK-Sê û ENKSê di wê demê de dikeve warê netewî de û ev ne bi dilê Rûsiya û ÎRAN ye û ji ber ku PYD xizmeta Rûsiya û ÎRANfike êdî  gelek astengiyan derdixe pêşiya me".

Û li ser berdewamiya xwepêşandanên ENKSê navborî got:" ji bilî cadeyê li pêş ENKSê nemaye , û divê Enksê helbijêra yan cada yan jî mirin û emê li kampên penaberan li herêma Kurdistanê berdewm bin".

Nalîn Hesen