Til Eranê: Di topbarana hawanê DAİŞêde 4 welatiyê Kurd Şehîd bûn!

Til Eranê: Di topbarana hawanê DAİŞêde 4 welatiyê Kurd Şehîd bûn!

Rojava News: Di encama topbarana DAİŞê ya li ser bajarokê Til Eran ê ku girêday bi helebê yê 4 welatiyên kurd şehîd bûne.

 

Li gor agahiyên ji nuçeya li ser malpera Rudawê hatiye wergirtin; çekdarên DAIŞê ji duh ve bajarokê kurdî yê Til Eranê ku dikeve aliyê rojhilatê başûrê Helebê, topbaran dikin.

 

Herweha di encama topbarana DAIŞê de li ser bajarokê Til Eranê, 4 welatiyên kurd şehîd bûne.

Beriya çar rojan jî çekdarên DAIŞê bajarokê Til Eran topbaran kiribûn û di encama wê topbaranê de jî 3 welatiyên sivîl yên kurd şehîd bibûn.

 

10:57:00