Kobanê: PYDê leşkeriya neçar li ser zilamên 55 salî jî ferzdike!

Kobanê: PYDê leşkeriya neçar li ser zilamên 55 salî jî ferzdike!

Rojava News: Şervanên PYDê li ser bingehên biryarê xwe yê nûh leşkeriya neçar li ser welatiyên Kobanî ferzdike .

 

Çalakvanekî  roja  çarşema borî (25 _ 11 _ 2015)   ji Rojava News re diyarkir ku; “Şervanên PYDê li ser xelkê Kobanî beşdariya leşkeriya neçar ferz dikin, û piştî tomarkirina navê wan kesan yekser dibin çeperên şer.”

 

Herweha hemen çalakvanî balkeşand ser wê yekê ku; “Tîmên pager yê  YPGê li Kobanî û gundewarê wê navê kesên temênê wan 55 salî û yên dibin re ji b o çeperên şer tomardikin.”

 

Li Rojavayê Kurdistanê ew çend salin YPGê biryara leşkeriya neçar li ser xelkê deverê bi zorê birêvedibe.