DAİŞ êrîşê Kimavî bire ser Pêşmergeyên li Mexmûrê

DAİŞ êrîşê Kimavî bire ser Pêşmergeyên li Mexmûrê

Rojava News: Li Hêrêma Kurdistan li çeperên Mexmûrê êrîşa   kîmavî ya DAİŞê ji aliyên   hêzên pêşmergeyan ve hate têkşikandin.

 

Li gorî nuçeya ku li ser daxuyaniya Fermandehiya hêzên Pêşmerge yên Hewlêrê Rudaw belavkiriye: çekdarên DAIŞê şeva 26ê vê mehê, li nêzîkî gundê Lakeçe yê girêdayî nahiya Baqirtê ya Mexmûrê, dixwestin topên kîmyayî bavêjin Pêşmerge lê ew plana DAIŞê hat pûçkirin.

 

Li gor zanyariyan hêzên Pêşmerge dest danîn ser topên kîmyayî yên DAIŞê, paşê ew top ji aliyê tîmên pispor ve hatin pûçkirin.

 

Berî niha jî  çend pêşmerge bi çekên kîmavî yê DAİŞê birîndarbûbun, piştî lêkolînan derketibû ku DAIŞê gaza bi navê Klor xistiye nav wan topan û avêtiye Pêşmerge.

  

13:04:33