Rojava News: Roja înê Livayê Ahrar El Şam ji bo topbaran û dagerkirina Şêxmeqsûd gef xwarin, ‘u daxwaz ji welatiyên deverê kirin ku di 24 demjimêranda male xwe bi cîh bihêlin.
Hatiye zanîn ku Livayê Ahrar El Şam dixwazê Şêxmeqsûd bikê devereke leşkerî û ji bo vê yekê jî li welatiyên sivil gefa dixwê ji b o alê xwe çol bikin, eger çol jî nekin gotine emê dest bi topbaranê bikin.
Herwiha Livayê Ahrar El Şam di daxuyaniya ku belavkiriye de YPGê bi alikariya frokeyên Rusyayê tomatbar dike ku derbasî aliyê Aşê Feysel, Gundê Kiştar û malikiyê, Raqqa Ezzazê bune.
Di dawiya daxuyaniyê de baldikşinî ser wê yekê ku; Taxa Şêxmeqsûd navçeyeke leşkeriye, pêviste nişteciyên sivîl dinavbera 24 demjimêra da çol bikin, ji ber ku wê çekên giran bavêjin ser deverê.
Berî niha jî li ser taxa Şêxmeqsûd ku nişteciyê wê Kurdin, bi çekên giran topbaran hati bu kirin.
23:49:20
