Netenyahu: Pêviste welatên hevpeymanan piştgriya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bikin

Netenyahu: Pêviste welatên hevpeymanan piştgriya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bikin

Rojava News: Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû piştgiriya xwe ya ji  bo dewleta Kurdî anî ziman.

 

Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû got; ‘’Divê welatên hevpeymanan hewl bidin ku li herêmê dewleta serbixwe ya Kurd bê damezrandin.’’

 

Benyamîn Netenyahû li Navenda Lêkolîna Tel Avîv de axivî û destnîşan kir ku li herêmê bi pêşengiya El Qaîde û DAIŞê tundrewiya DAIŞê û herwiha bi piştgiriya Îranê tundrewiya Şîeyan heye. Di vê rewşê de ya rast ewe ku hêzên navdewletî di navçeyê de pişta xwe bi Kurdan bibestin û ew jî piştgirî didin dewletek Kurdî yê serbixwe.

 

Netenyahû got: ‘’Pêwîste em piştgiriya Kurdistanek serbixwe bikin.’’

 

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha diyar kir ku Kurdan selmandine ku cengawer in û dikarin lihember terorê bi serkeftî şer bikin û pabendê peymanên xwe yên siyasî ne.

 

10:20:10