Rojava News: Çekdarên rêxistinên terorîstî El-Nusra û Ehrar El-Şam topbaran kirina li ser taxa Şêxmeqsûd îro jî didomînin.
Di encama topbarana dohî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da ku herdû jî zarokên temen biçûkbûn û bi kêmanî 60 kes jî birîndar bûne, di nava birîndaran de jin û zarok gelekin..
Li gorî jêderê ragihandinê Çekdarên rêxistinên terorîstî El-Nusra û Ehrar El-Şam taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi çekên girin ta îro jî topbaranê didomînin.
Herweha bi topên hawanê û bi tope ku nav lê tê kirin, tope cehennemê bê navber herêm di bin topbaranê de maye.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, rewşa hin birîndaran di dibin metirsiyêde ye.
10:51:20
