Rojava News: Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku duh li navçeya Amed Sûrê hat kuştin, ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin.
Ji ber merasîma cenaze, esnafên li bajêr dikanên xwe venekirin. Girseya gel a li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Selahattîn Eyyûbî kom bû, cenazeyê Elçî rakir. Hempîşeyên Elçî bi cibeyên xwe tevlî merasîmê dibin.
Cenazeyê Serokê Baroya Amedê ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin û ber bi Parka Koşûyolûyê tê birin. Li dû merasîma li vê derê wê cenaze li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.
Li pêşiya nexweşxaneye pankarta bi îmzeya Baroya Amedê ya bi zimanên Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa "Em ê te ji bîr nekin" hat vekirin.
Bi hezaran kesên cenazeyê Elçî ji nexweşxaneyê girtin, berê xwe dan ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolûyê.
Baroya Diyarbekirê û HDP dibêjin Elçî di encama sûîkasteke pilankirî de hatiye kuştin û daxwaza eşkerekirina berpirsan dikin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî got kuştina Elçî ger sûîksatek be berpirs kî bin bila bibin dê werin girtin û bûyer zelal bibe. Di heyama wan de ew rê nadin kuştinên kiryar nediyar û êrîş ne tenê li hemberî Elçî li hemberî Tirkiyeyê hatiye kirin.
12:48:39
