Ezazê: Rêxistinên terorîstî êrîş dikin, QSD’ê bersivê dide

Ezazê: Rêxistinên terorîstî êrîş dikin, QSD’ê bersivê dide

Rojava News: Li gundê Şiwarxa ya girêdayî Ezazî ya gundewarên başûrê Heleb di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çekdarên El-Nusra, Ehrar El-Şam û çekdarên DAIŞ’ê de pevçûn rû didin.

 

Şervanên QSD’ê li derdora gundê Şiwarxa ya girêdayî Ezazî ya gundewarên başûrê Heleb bersiva êrîşên çekdarên rêxistinên terorîstî dikin.

 

Di encama bersiv dayîna êrîşên rêxistinê terorîstî de şervanên QSD’ê ziyanên mezin dane rêxistinê navborî   û gelek çek û cebilxane jî desteser kirin.

 

Çekdarên rêxistinên El-Nusra, Ehrar El-Şam û çekdarên DAIŞ’ê gundê derûber dane bir topbaranê, herweha li derdora gundê Şiwarxayê jî  di navbera şervanên QSD’ê û terorîstan de pevçûn didomin