Li Efrîn şer û pevçûn e

Li Efrîn şer û pevçûn e

Rojava News: Duh li gundewarên Efrînê şer û pevçûn derket û di encam de kuştî û birîndra hene.

Li gorî agahiyan ku duh şer û pevçûnên giran di navbera Cebhet Elekrad û Ceyş Elthwra ji aliyekî û Cebhet Elnûsra û tevgera Ehrar Elşam ji aliyekî din ve li herdû gundên Meryemîn û Anab li gundewarên Efrînê derket.

 Li gorî heman agahiyan ku  di encamê de 9 Kurd ji Cebhet Elekrad şehîd ketin û 20 kesên din jî bi giranî birîndar ketin û hatin veguhestin bo nexweşxaniya Avrîn.

gundê Meryemîn û Anab tenê 8.5 km durî Efrînê.

Nalîn Hesen