Rojava News: di çarçoveya çalakiyên xwe de Nûnergeha herêma Kurdistanê ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyayê xelkên kampa Barîka vexwendî mangirtinekê dikin li dijî siyaset û kiryarên PYDê.
Mangirtin dê roja sêşemê, demjêmêr 3.00 piştî nîvro li kampa Barîka wê birêve biçe herweha ENKSê daxwaz ji hemû camawera kir ku pabend bin bi biryarên encumenê.
Tê zanîn ku ev nêzîkê mehekê ye gelek mangirtin li kampên penaberan bi rêveberiya ENKSê têne lidarxistin.
Hisên Şakir
