Rojava News: Duh, asayîşa bi ser PYDê ve rojnemavanekî kurd li bajarê Rimêlanê binçav kir
Li gorî agahiyan ku duh dewriyeke asayîşa bi ser PYDê ve ku ji 6 çekdarn pêk dihat, rojnemavanê kurd yê bi navê Golal Leyanî li bajarê Rimêlanê binçav kir û ew birin navenda xwe ya Asayîşî li bajêr.
Li gorî heman agahiyan ku asayîşa bi ser PYDê ve sedemên girtina wî rojnemavanî nedan xuyanîkirin.
rojnemavan Golal Leyanî ji destpêka kirîza Sûriyê tevlî karê ragihandinê bû û wêne û vidyoyê xwepêşandana bo kenalên Kurdî, Erabî û beyanî dişandin.
Nalîn Hesen
