Li Hesekê rêjîma Esed ciwanan digre

Li Hesekê rêjîma Esed ciwanan digre

Rojava News: Polîcên rêjîma Esed duh roja Dûşemê dest bi helmeteke girtinê li bajarê Hesekê kirin.

Li gorî agahiyên Rojava News ku duh Polîcên bi ser rêjîma Esed ve li nava bazara bajêr belav bûn û hemû riyên ku bazarê bi taxên derdorê girêdida girtin û di dehan ciwanên ku temenê wan dinavbera 18-42 salan de girtin bi bahaneya leşkeriya neçar.

 

Li gorî heman agahiyan ew ciwan ne tenê bo leşkeriya neçar  hatin girtin , lê belê ew ji bo leşkeriya Ihtiyat jî hatine girtin ku biryara vê leşkeriyê beriya 2 salan ji aliyê rêjîma Esed ve hatibû stendin.

Nalîn Hesen