Rojava News: Rojava News: Rêxistina terorîstî DAIŞê duh roja dûşemê welatiyên kurd yên ku li bajarê Tebqa dimînin agahdar kirin ku divê di heyama heftiyekê ji bajêr derkevin.
Li gorî hin çalakvanên kurd ji bajarê Tebqa ku duh çend terorîstên DAIŞê li ser mal û taxên Kurdan li bajarê Tebqa ya bi ser Reqeyê giryan û ji xwedanên malan re gotin ku divê di heyama heftiyekê ji bajêr derkevin û tenê kel û pelên xwe yên taybet li gel xwe bibin.
Herweha DAIŞê gef li welatiyan xwar ku kesê vê biryarê bicî neke wê mal û milkê wî li gel malbata wî bi temamî werin şewtandin.
Hêjayê gortinê ku DAIŞê beriya niha li bajarên Reqa, Minbic, û babê bi heman şêweyî kurd ji malên wan derxistin.
Nalîn Hesen
