Hemîdê Hecî Derwîş: ez ne bi avakirina dewleteke Kurdî re me

Hemîdê Hecî Derwîş: ez ne bi avakirina dewleteke Kurdî re me

Rojava News: Hemîdê Hecî Derwîş sekreterê Partiya Pêşvero  Kurd ragihand ku “di vê qonaxê de ne li Sûriyê, ne li Tirkiyê, ne li Îranê û ne jî li Îraqê  ez bi avakirina dewleteke Kurdî re me”

Derwîş  ji rojnama Bûyer press re di hejmara wê ya 32an de  got: "Di vê qonaxê de ne li Sûriyê, ne li Tirkiyê, ne li Îranê û ne jî li Îraqê  bi ez avakirina dewleteke Kurdî re me”

Navborî lê zêde kir ku ta roja îro û di rojên bê de jî wê çaraserî li Şama paytext bê, û ev partiyên Kurdî yên ku îdîa dikin ku wê pirsgirêka Kurdî li cihekî din li cîhanê were çareserkirin, ew siyasetê baş nas nakin û ew bi hestyarî siyasetê dikin.

Herweha dibeje: Balyozê Amirîkî Robord Ford li Cenev û Îstenbolê gelekî hewl da ku hevdîtinekê  li gel min bike,  lê ez razî nebûm bi kesên ku kuştinê li welatê me Sûriyê dixwazin bicivim.

Derwîş di berdewamiya axftina xwe de got; "Ez di şer û qehremaniya jib o parastina Kurdan li gel YPGê me, û eger artêşa Azad hewl bide ku derbasî deverên me bibe emê şêrê wan bikin.

Di dawî de Hemîdê Hecî Derwîş tekez kir ku ew ne bi ser ti aliyê ve ne lê hin caran li Silmaniyê vedigerin. 

 Nalîn Hesen