Rojava News: Li paytexta Erebistana Siûdiyê Riyaz, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Cîgirê Duyem yê Serokwezîrê Siûdiyê û Wezîrî Bergiriyê wî welatî Mihemed Selman Ebdulezîz civiya.
Li gorî rojnameya Riyaz a Siûdî, duh 1 Kanûnê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Cîgirê Duyem ê Serowezîr û Wezîrê Bergiriyê Siûdiyê Mihemed Selman Ebdulezîz civiya, di wê civînê de alîkariyên dinavbera Siûdiyê û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêj kirin.
Li gorî zaniyariyan her yek ji Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubeyr, Serokê Istixbaratê Siûdiyê Xalid Himêdan, Alîkarê Wezîrê bergirî Mihemed Elayiş, Şêwirmendê Dîwana Paşayetiyê Ehmed Elxwetîb û Şêwirmendê Paşayetî û Serperiştiyarê Giştî yê nivîsgeha Wezîrê Bergirî Fehed Îsa di wê civînê de amadebûn.
11:38:12
