Rojava News: Li bajarokê Dirbêsiyê çekdarên PYDê êrişî xwepêşandana Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirin.
Li gorî nuçeya PDKSê Alîgirên ENKSê pêr 04 12 2015a de, li bajarokê Dirbêsiyê bi ermanca li dijî derketina siyaset û kiryarên PYDê li rojavayê Kurdistanê xwepêşnandanek lidar xistin, lê belê dema xwepêşindanê çekdarên PYDê êrîşî xwepêşandaran kirin.
Herwiha bi xwepêşindaran re gotin vegerin male xwe û tundiya xwe li beranber wan xwepêşindaran dan.
Ev demeke li Rojavayê Kurdistanê ENKSê dest bi xwepêşandanên berfireh kiriye û xwepêşandanên wan bo nîşandana nerazîbûnê li hember biryara leşkeriya bi zorê, girtina siyasetmedar û xortan, ferzkirina îdolojiyê li ser xelkê û rêgirtin ji çalakiyên azad ên sazî û partiyan in.
