Rojava News: Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku Iraq dewleteke çêkirî û sexte ye û herdem têkçûyî bûye.
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî de, Mesrûr Barzanî got: "Iraq bi dirêjahiya dîrokê welatekî têkçûyî bûye û mafê Kurdan e ku dewleteke wan a serbixwe hebe."
Barzanî wiha dibêje: "Mezintirîn pirsgirêk ew e ku em xwe ji rastiyê vedizin û di nav xewn û xeyalan de bijîn, Iraq welatekî çêkirî û sextet ye û berdewam têkçûyî bûye, rast e li ser nexşeyê heye û sînorên wê hatine diyarkirin, lê ew sînor ne xwezayî ne."
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bal kişand ser wê yekê ku ew gelên di nav Iraqê de dijîn tu berjewendiyeke hevbeş di navbera wan de nîne.
Derbarê damezrandina dewleteke serbixwe ya Kurdî de jî Barzanî got: "Ji bo hemû neteweyên ser vê erdê mafê wan ê serxwebûn û diyarkirina çarenivîsa xwe heye, tenê Kurd nebin? Gelo evna rewa ye? Dewleta Tirk û Îraniyan heye, 22 dewletên Ereban hene, vêca çima dewleta Kurdan jî nebe? Em ji vêna zêdetir daxwaz nakin û piştrast in jî ku dewleta Kurdî her tê damezrandin, lê ne merc e bi rêya şer be."
Mesrûr Barzanî ku li qezaya Şingalê ev hevpeyvîn kiriye, derheqa şerê DAIŞ û berevanîkirina Pêşmergeyan de wiha dibêje: "Kurdan efsaneya DAIŞê jinav birin, DAIŞ jinav diçe, lê pêdiviya me hêzên Amerîkî, çek û alîkariya leşkerî ya zêdetir heye."
Barzanî axaftina xwe wiha diqedîne: "Pêşmerge şeref û sembola gelê me ye. Piştî rûxandina rejîma Sedam Hûsên, Amerîka 10 salan artêşa Iraqê perwerde kir daku bibe artêşeke profesyonel û çendîn milyar dolar jî lê xerc kirin, lê belê nikarî 10 rojan xwe li ber DAIŞê bigire, di vir de pirsyar ew e kîjan profesyonel in artêşa Iraqê yan Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê?."
10:37:15
