Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de wergirtina alîkariyên darayî ji Erebistana Siûdî red kir.
Li gor nuçeya KDP infoyê; Di demên hevdîtin û serdanên Serok Barzanî jib o siudiyeyê da çendîn mijarên girîng hatin ber behs û guftûgoyan, li pêş van mijaran jî pirsa şerê dijî DAIŞ û peywendiya aborî û dîplomasiya li navbera Iraqê bi giştî û Kurdistan bi taybetî li gel her dû welatan da, her wiha pirsa wan koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê nîştecîhin hatiye nirxandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku; Mixabin hejmarek ji dezgehên ragihandinê nûçeyên wiha hatine belav kirin ku qaşo Herêma Kurdistanê, yarmetiya darayî li Şahnişîna Erebî ya Siûdiye bi dest ketiye, ji bo wê yekê dûpat dikîn ku li vê rewşê de û li vê dema ku pirsa koçberan pêwîstî bi yarmetî û palpiştiyekî zêde heye, ev nûçe ji rastiyê dûre û tu bingehekî xwe tûneye.
