Li Nisêbîne dîsa derketina derve hate qedexekirin

Li Nisêbîne dîsa derketina derve hate qedexekirin

Rojava News: Li Bakûrê Kurdistan ji ber operasyonê hêzên ewlekariya Tirkiyê, Ii 4 taxên navçeya Nisêbînê derketina derve dîsa hate qedexekirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Tengera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) berdwam dike.

Qaymeqamiya Nisêbînê bi vê armancê bi daxuyaniyekê de ragehand ku; ‘ji bo parastina ewlekariya can û male welatiyan, îro ji danê sibê demjimêr 07:00ê ve li taxên Abdulkadirpaşa, Firat, Dicle û Yenişehirê, derketinaderve hatiye qedexekirin.

Li navçeyê beriya niha jî derketina derve hatibû qedexekirin û di nava 14 rojên qedexeyê de 9 kesên sivîl jiyana xwe jidest dabûn û 20 kes jî birîndar bibûn.