Rojava News: Bi sedema bombebarana taxa Şêx Meqsûd a Helebê welatiyên kurd birîndar bûn.
Komên çekdar careke din taxa Şêx Meqsûd ku taxa kurdan e, bi topan êriş kirin.
Îro komên rêxistinê terorîstî ku taxa Şêx Meqsûd dorpêç kirine bi topên hawan û rokêtan taxê topbaran dikin û di encam de 4 welatiyên kurd birîndar bûn û yek ji wan zaroke.
Taxa Şêx Meqsûd li bakurî bajarê Helebê ye û piranya runiştvanên wê kurd in û car caran şer û pevçûn di navbera şervanên kurd û komên çekdarên li wê herêmê derdikeve.
