Li Nisêbînê di êrîşan de 2 sivil hatin kuştin

Li Nisêbînê di êrîşan de 2 sivil hatin kuştin

Rojava News: Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê 2 kes hatin kuştin 6 polîs birîndar bûn. Gelê Amedê jî qedexeyên derketina kolanan û operasyonên hêzên ewlekariyê bi meşekê şermezar kirin.

 

Îro li 4 taxên navçeya Nisêbînê yê ser bi bajarê Mêrdînê qedexeya derketina derva hate ragihandin. Piştî qedexeyê hêzên ewlekariyê di demjimêr 06:00an de li dijî kolandina xendekan dest bi operasyoneka berfireh kirin.

 

Di encama operasyonê de 2 welatiyên sivîl hatin kuştin. Herwiha wesayîteka zirxpoş a polîsan dema derbas dibû bombeyek hate teqandin û di encamê de 6 polîs birîndar bûn. Polîsên birînbdar şandine nexweşxaneya dewletê ya navçeyê.

 

Ji aliyê din ve qedexeyên derketina kolanan û derve ku li navçeyên Bakurê Kurdistanê didomin bi bangawaziya Partiyên siyasî yên Kurd, girseyêkî xwest nerazibuna xwe ji bo ragihandina wan qedexeyan nîşan bidin.