Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Gelê Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Gelê Kurdistanê

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Gelê Kurdistanê xwediyê doza rewa ya xwe ye û bi ti awayî jî em li dijî ti welatekî nînin.” Barzanî herwiha got: “Em rê nadin Kurdistan bibe qada hesabên hêzên herêmî û tayifî.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê did axuyaniyekê de ragihand, îro yekşemî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Tyabet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY), Jan kubis û şandeya pê re kir.

 

Li gor daxuyaniyê, Mesûd Barzanî û Jan Kubis li bajarokê Pîrmamê bi hev re civiyan.

 

Di hevdîtinê de Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Jan Kubis ji ber serkevtinên hêzên pêşmerge û rizgarkirina Şingalê ji dest DAIŞê pîrozbayî li Mesûd Barzanî kir.

 

Jan Kubis spasiya rol û qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û ragihand: “Hemû cîhan bi bendewarî ve li benda rizgarbûna Şingalê bû û ew yek jî bi dest û bi şiyanên pêşmerge bi dest hat.”

 

Kubis herwiha ji Barzanî re ragihand, ku NY dixwaze Iraq , Herêma Kurdistanê û raqê ewle be û tekez kir: “NY bi dilgiranî ve lidûvçûnê bo pêşhat û guhertinên li herêmê û aloztirbûna milmilaniyên tayifî û berfirehtirbûna tundrewiyê li deverê dike.”

 

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY herwiha destnîşan kir, ew agahdarê rewşa aborî û erkê giran ê şerê li dijî DAIŞê yên li ser milên Kurdistanê ne û ji ber wê jî bi pêwîst da zanîn, ku civaka navdewletî jibilî alîkariyên mirovî, di warê aborî de jî alîkariya Kurdistanê û Iraqê bidin daku bikarin bi ser arîşeyên xwe de serbikevin.

 

Di beşeke din a daxuyaniya Serokatiya herêma Kurdistanê de tê gotin: Di civînê de Barzanî ji Jan Kubis û şandeya NY re behsa plan û proseya rizgarkirina Şingalê kir û ew serkevtin jî bi serkevtinek mezin ji gelê Kurdistanê re bi nav kir.

 

Derbarê helwest û siyaseta Herêma Kurdistanê li hember şerê li dijî terorê de û herwisa wê milmilaniya tayifî ku li herêmê heye, Barzanî ragihand: “Gelê Kurdistanê xwediyê doza rewa ya xwe ye û bi ti şêweyekê beşek ji wê milmilaniyê nebûye û nabe beşek ji wê milmilaniyê jî.”

 

Barzanî herwiha got: “Em bi ti awayî di wan nakokiyên tayifî de li dijî ti welatekê jî nabin.”

 

Li gor vê daxuyaniyê Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Em rê nadin Kurdistan bibe qada safîkirina hesabên hêzên tayifî û herêmî.”

 

Mesûd Barzanî tekez jî kir, Herêma Kurdistanê pêşwazî li hemû cure hewl û alîkariyekê dike ku bi armanca şerkirina li dijî çekdarên DAIŞê be û spasiya wan welatan jî dike ku di şerê li dijî DAIŞê de piştevanî li Kurdistanê kirine.

Rudaw