Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî El Nusrayê di navbera Kampa Atmê ya Koçberan li parêzgeha Îdlibê û gundê Dêr Belût ê Efrînê de rêbendeke kontrolê daniye.
Li gor zanyariyên welatiyên ji deverê hatine wergirtin çekdarên El Nusrayê di dirêjiya 300 metrî de li nêzî nêzî gundê Dêr Belûtê rêbedek danîne û deverê kontrol dikin.
Çekdarên El-Nusra di 30’yê tîrmeha 2015’an de êrîşî gundê Dêr Belût ya girêdayî bi Efrînê kiribûn û li deverê şer û pevçûn derketibûn.
