Rojava News: Piştî bidawîhatina civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Barzanî li Koşka Çankaya bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re civiya.
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di demeke ku hêjmarek ji Artêşa Tirkiyê derbasî kempa Başika bû û bû sedemeke hêrsdarî li deverê, û herweha bombardimanê Tirkiye bi ser Qendîlê bi giranî dimeşê de pêk hat.
Di serdana Tikiyê de hevdîtinên destpêkê bi rawêjkarê MİTê Hakan Fîdan re hate kirin.
Piştî bi dawî hatina wê civînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bi Serokkomarê Tirkiyê re runişte civînê. Civîn nêzîki 1 seat û 19 xuleka domand lê belê di derbarê civînan de ji ragihandinê re tû daxuyanî nehatine dayîn.
