Rojava News: Duh rêxistina DAIŞê ya terorîstî 25 girtîyên Aşûrî serbest berdan.
Jêderên taybet ji Rojava News re dan xuyakirin ku duh DAIŞê hejmarek din ji dîlên Aşûrî yên xelkê Til Temitê serbest berdan.
Li gorî heman jêderan ku ji wan 25 kesan 14 kes ji Til Şemîram, 11 ji Til Cizîrê ne û bi tenê 1 kes ji Qebir Şamiyê ye û piraniya wan jin û zilamên temen mezin bûn.
Hêjayê gotinê ku di 7 Mijdarê de DAIŞê 37 girtiyên Aşûrî serbest berdan û di 24 Mijdarê de 10 dîlên din jî azad bûn.
Nalîn Hesen
