Serok Barzanî: Ji bo Efrînê çi pêwîst be emê bikin

Serok Barzanî: Ji bo Efrînê çi pêwîst be emê bikin

12:40:16 PM

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, çi destê wan were dê ji bo herêma Efrînê bikin. Barzanî her wiha got, “pêvajoya çareseriyê” ya Bakurê Kurdistanê didome.

Serok Barzanî piştî hevdîtina bi rayedarên Tirk, civîneke rojnamevaniyê li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Barzanî diyar kir ku di hevdîtinên digel rayedarên Tirk de behsa şerê DAIŞê her wiha aloziya ku ji ber hêzên Tirk ên li Başîka Mûsilê derketiye, kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa pêvajoya çareseriyê jî kir û got, pêvajo didome. Emê piştgiriya kurdên Bakur bikin da ku di pêvajoya çareseriyê de rijd û berdewam bin

Li ser rewşa herêma Efrînê, ku ev demek e ji aliyê komên çekdar ên radîkal ên mîna El Nusra ve hatiye dorpêçkirin jî Barzanî got, çi ji destê me were emê ji bo Efrînê bikin.